Îlon 11, 2022 16:37 Asia/Tehran
  • Piştî 24 salan tîma voleybolê ya Îtalyayê derket fînala şampiyoniya cîhanê

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îtalyayê karî telesmê bişkêne û piştî 24 salan derbasî fînala şampiyoniya cîhanê bibe.

Li gor nûçeya malpera “Varzeh Sê”yê ya Îranê, tîma voleybola Îtalyayê di qonaxa pêşekî ya Lîga Neteweyan de destpêkeke baş bi dest xist, lê di qonaxa dawî ya pêşbirkê de ku di heman demê de mazûvan jî bû, bi pileya çarem dawî li karê xwe anî ku ji bo vê tîmê serkeftinek baş nayê hesibandin.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îtalyayê di Şampiyoniya Cîhanê de destpêkek pir xweş derbas kir û bi puanên herî zêde di koma xwe de cih girt. Tîma Îtalyayê herwiha di rêza dawîn a qonaxa komê de bû yekemîn. Eva bû sedem ku ew di qonaxa Heştekê de bi Kubayê re rûbirû bibe.

Piştî serkeftina li hember Kubayê di qonaxa Heştekê de, dema rûbirûbûna bi şampiyonê olîmpiyatê û Lîga Neteweyan hat. Li wir Îtalyayê karekî mezin kir û karî Fransayê 3-2 têk bibe û derbasî nîvfînalê bibe. Duh (şemiyê) şagirdên Dî Giorgi di qonaxa nîvfînalê de rûbirûyê yek ji du mêvandarên turnuvayê bi navê Slovenya bûn.

Îtalya di vî têkoşanê de karekî zehmet tinebû û karî 3-0 reqîb têk bibe û piştî 24 salan derkeve fînalê.

Pêşbirka fînalê ya Şampiyoniya Voleybolê ya Cîhanê îro di navbera Îtalya û Polonyayê de tê lidarxistin.

Serepeyv