Îlon 10, 2022 09:06 Asia/Tehran
  • 'Dek û Dolabên Scapen' li Şanoya Bajêr  a Amedê derket pêşberî şanohezan

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe ya nû "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe. Lîstika "Dek û Dolabên Scapen" ya ji aliyê Molîere ve hatiye nivîsandin, bi derhêneriya Ozcan Ateş hat lîstin. Di lîstikê de Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey, Şabedîn Dag, Kemal Ûlûsoy, Şahperî Alphan, Ozkan Şeker, Nurşen Adiguzel û Sadedîn Înal lîstin. 
  
Dek û Dolabên Scapen, ji aliyê Molière yê Fransî ve hatiye nivîsandin û promiyera wê di 24'ê Gulana 1671'ê de li Parîsê hatiye kirin. Scapen, pir fêlbaz e û jiyana xwe li ser derew û hîleyan ava kiriye. Gelekî jixwerazî, pozbilind û qure ye û her wiha hîlebaz e û ji aliyê dîplomasiyê ve pir zana ye. Dixwaze alîkariya du kesên evîndar bike û hemû kesên li derdora xwe jî bera hev dide. 

 

Serepeyv