Îlon 08, 2022 09:15 Asia/Tehran
  • Koraşê ciwanên Asyayê; Îran bi 10 medalên rengîn bû duyemîn

Tîma Koraşê ya ciwanên Îranê 10 medalên rengîn bi dest xistin û bû dubendê şampiyoniya Asyayê li Taylandê.

Li gor nûçeya  IRIB Newsê; Pêşbirka Koraşê ya pêşbirkên qehremaniya ciwanên Asyayê ku danê sibê ya roja sêşemê li Taylandê dest pê kiribû, duh danê êvarê (çarşemê) bi dawî hat.

Di dawiya vê pêşbirkê de, tîma ciwanên Îranê li beşa tîman (kur û keç) 2 mîdalên zêr, 4 medalên zîv û 4 medalên tûnc bi dest xistin û li ser pileya duyem rawestiyan.

Di van pêşbirkan de Uzbekistan bû şampiyon û Vîetnam jî bû sêyemîn.

Koraş cureyekî guleşte e; Ev werzîş di nav welatên Asyaya Navîn de hevpar e. Yek ji prensîbên vê werzişê ew e ku guleştgir divê bi kembera reqîbê xwe bigire û bi pişta wî bavêje erdê.

Serepeyv