Îlon 07, 2022 12:50 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya cîhanê ya voleybolê; Ragihandina bernama qonaxa çaryeka dawî

Di Şampiyoniya Voleybola Mêran a Cîhanê ya 2022an de bernama pêşbirkên fînala çaryekê hat diyarkirin.

Qonaxa fînala heştekê (1/8)  ya pêşbirkên qaremaniya voleybola mêran a cîhanê ya sala 2022`an ku roja şemiyê 3`ê Îlonê bi mazûvaniya Polonya û Slovenyayê destpê kiribû, êvara sêşemiyê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, li dawiya qonaxa heşteka fînalê; Tîmên Polonya, Slovenya, Îtalya, Fransa, Amerîka, Ukrayna, Arjantîn û Brezîlyayê derketin qonaxa çaryeka fînalê.

Di berdewamiya van pêşbirkan de, di qonaxa çaryeka fînalê de, îro Çarşemê, li meydana Stojitsa Arena ya bajarê Lyublyanayê yê Slovenyayê, ji saet 20:00ê; Îtalya wê bi Fransayê re rû bi rû bimîne û di pêşbirka duyemîn de jî ji saet 23:30; Slovenya dê bi Ukraynayê re rûbirû bibe.

Her wiha roja Pêncşemê li Arena Gliwis a li bajarê Gliwice yê Polonyayê saet 20:00’an; Arjantîn bi Brezîlyayê re û ji saet 23:30; Polonya jî ji bo ku derbasî qonaxa nîvfînalê bibe dê bi Amerîkayê re bikeve pêşbirkê.

Nîvfînal dê roja şemiya bê li Spodek Arena ya li Katowiceya Polonyayê bê lidarxistin.

Maçên rêzbendî û fînalê roja yekşema bê li heman bajar û salonê tên lidarxistin.

Serepeyv