Îlon 06, 2022 11:46 Asia/Tehran
  • Hekemê îranî hekemtiya pêşbirka werzîşkarê Rejîma Siyonîst nekir

Hekemê îranî yê Karateyê, dev ji hekemtiya pêşbirka werzîşkarê Rejîma Siyonîst berda.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Lîga Cîhanî ya Karateyê bi beşdariya 248 karatevanan ji 48 welatan bi qasî sê rojan bi mazûvaniya Bakûya Komara Azerbaycanê hat lidarxistin û tîma neteweyî ya Karateya Îranê bi wergirtina du mîdalên zîv ên Sara Behmenyar û Behmen Eskerî û du mîdalên bronzê yên Teravet Xaksar û Zebîhullah Porşîb dawî li karê xwe di van pêşbirkan da anî.

Di van pêşbirkan da, Cewad Selîmî, Serokê berê yê Komîteya hekeman a Federasiyona Karateyê di pêşbirkên roja duyem da dema ku haydar bû karatevanekî Rejîma Siyonîst hatiye ser tatamiyê, dev ji hekemtiya wê pêşbirkê berda.


 

Serepeyv