Îlon 03, 2022 09:45 Asia/Tehran
  • Dêra Çengîlliyê ya li gundê Çengîlliyê li Qaxizmana Qersê

Dêra Çengîlliyê ya li Çengîlliya gundê ser Qaxizmana navçeya Qersê ku navê wê yê esil "Manastira Exeknamor" e bi mîmariya xwe ya qubeyî û plana xwe ya xaçî va balê dikişîne.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Dîroka çêkirina dêra li nav gund bi teqezî nayê zanîn û turîstên xwemalî û biyanî yên ji bo gerê tên bajêr tên dîtina dêrê jî.

Dêra li nav gund dema ji hewa va tê mêzekirin plana wê dişibe xaç û 25 metre bilind e û li ser dêrê jî xeml û rolyef hene.

- "Li ser dêrê sê kitabeyên cihê hene"

Serokê Heyeta Vekolanê ya Devera Xirabeyê Aniyê û Hîndekarê Zanîngeha Qafqasê Doç. Dr. Muhammet Arslan got ku raqima bilindahiya gundê Çengîlliyê 1900 e û ji bîrdariyên dîrokî yên bajêr yek jî li wê derê ye.

Der heqê dêrê da Arslan got: "Xeml û taybetiyên wê nîşan didin ku ji alî Xanedana Baxratî va hatiye çêkirin. Li ser dêrê sê kitabeyên cihê hene. Yek jê ji sedsala 14an maye û ya Gurciyan e û ew ya temîrkirinê ye. Yek jî tê gotin ya sedsala 18an e lê ew li holê tuneye û ya din jî di sedsala 19mîn da ye û ji alîyê Ermeniyan va hatiye bikaranîn û di 40 salên dagirkirina Ûris da maye û ji alî wan va jî hatiye bikaranîn."

Serepeyv