Îlon 02, 2022 09:12 Asia/Tehran
  • UEFA'yê ceza li Emre Belozoglu û Başakşehîrê birî

Li Tirkiyeyê dibe ku TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) çavên xwe bigire û hin tiştan nebîne, lê UEFA efû nake. UEFA'yê ceza li Başakşehîrê û li teknîk dîrektorê wan Emre Belozoglu birî. Belozoglu cezayeke giran xwar.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Emre Belozoglu roja 3'yê Cotmeha 2021'ê wekî teknîk dîrektor li tîma Başakşehîrê dest bi kar kir. Û pê re pêşbirkên Başakşehîrê yên ligel tîmên Ewropayê jî bi rê ve bir. Helbet UEFA vê yekê qebûl nake ji ber ku lîsansa wî ya UEFA'yê nîn e.

UEFA'yê pêşbirka Başakşehîrê ya ligel Maccabi Netanya girt dest û bi sedema  "Shadow coaching" ("Siya Antrenorî", "Rahêneriya Duyem") ceza li Belozoglu û Başakşehîrê birî. Sedem ew e ku lîsansa Belozoglu ji bo UEFA'yê nîn e. UEFA'yê heta ku ew lîsansê bi dest bixe ji hemû pêşbirkan bêpar kir, yanê birêvebirina pêşbirkên Ewropayê li wî qedexe kir. Ev rêgez li Tirkiyeyê jî heye, lê wisa diyar e TFF hinek çavên xwe li meseleyê digire.

Ligel vê yekê, bi sedema tevgerên wî yên di dema birêvebirina pêşbirkê de 10 hezar Euro cezayê pereyan jî li Belozoglu birî.

Li aliyê din, di pêşbirka Netanya da Başakşehîr dereng hatibû pêşbirkê, ji ber vê klûbê hem hişyarî wergirt, hem jî cezaya 10 hezar Euroyî. Her wiha ji ber vê hişyarî dan rahêner Erdinç Sozer jî.

Başakşehîr di play-offan de bi ser ket û derbasî pêşbirkên Koman ên Lîga Konferansê ya Ewropayê ya UEFA'yê bû. Pêşbirka yekem 8'ê meha pêşiya me dê ligel Heartsê bilîze.

Serepeyv