Zankoya Neteweyên Yekbûyî dê tezeke doktorayê ya li ser meseleya kurdan çap bike
Zankoya Neteweyên Yekbûyî yê teza doktoraya kurdekî ya li ser meseleya kurdan bike pirtûk û çap bike.
Pirtûka bi navê “The Europian Union and the Kurdish Issue li ser doktoraya kurdekî bi navê Zana Kurde ye ku sala borî ji beşa zanistên siyasî ya Zankoya Azad a Brukselê hatiye amadekirin.
Zana Kurde ji Rûdawê re ragihand ku Enstîtuya Lêkolînên Entegrasyona Herêmî ya Berawirdî ku girêdayî Zankoya Neteweyên Yekbûyî ye, piştî teza wî ya doktorayê pêwendî bi wî re kiriye û pêşniyar kiriye ku teza wî weke pirtûk çap bike.
Zana Kurde her wiha diyar kir cihê şanaziyê ye ku Zankoya Neteweyên Yekbûyî dê pirtûkekê li ser Pirsa Kurd çap bike û logoya NY jî li ser dayne. Zana Kurde hêvî dike ku ev pirtûk ji bo kesên ku li welatên Ewropayê bi Pirsa Kurd re mijûl dibin û her wiha ji bo xwendekarên xwendina bilind ên di warên têkiliyên navneteweyî û zanistên siyasî de bibe çavkanî.
Pirtûk bi zimanê Îngilîzî hatiye çapkirin.
Zana Kurde hêvî kir ku pirtûk ji bo Kurdî jî were wergerandin da ku xwendevanên Kurd jî ji zanyariyên wê sûdê werbigirin.
Zankoya Neteweyên Yekbûyî li 14 bajarên cihê yên cîhanê xwedî 14 enstîtuyan e û navenda wê li Tokyoya Japonê ye.