Tebax 31, 2022 12:06 Asia/Tehran
  • Serketina hevgav a tîmên Rom û Inter Milan`ê

Tîma Futbolê ya Romê bi serketina himberî reqîbekê 3 xalên pêşbirkê bi dest xistin û di rêza yekê ya xişteya Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da cî girt.

Di hefteya çaran a pêşbirkên Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da 2 pêşbirkên hestyar ên din hatin lidarxistin. Di pêşbirka yekê da tîma Romê wek tîma mazûvan li werzişgeha Olempîyakoyê derket pêşberî tîma Monzayê û karî ku 3-1 li tîma mêvan bibe û di rêza yekê ya xişteya Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da cî bigire.

Paolo Dîbala di vê pêşbirkê da 2 gol ji bo Romê tomar kirin û gola sisyan jî Îbanêz tomar kir.

Di pêşbirka din a ku şeva buhurî hat lidarxistinê da, tîma Întêrê 3-1 li tîma Kirêmonzê bir.