Tebax 29, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Di Lîga Ewropayê de reqîb diyar bûn

Ji bo sedema 2022-2023'yan a Lîga Ewropayê ya UEFA'yê pişke hat kişandin û tîmên ketin nava koman diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di Kûpaya Duyemîn a Ewropayê de ji bo pêşbirkên koman roja Înê li Halîca Stenbolê pişke hat kişandin û tîmên ketine nava 8 koman diyar bûn.

Pişke bi vî rengî çêbû:

- Koma A: Arsenal, Psv Eindhoven, Bodo Glimt, Zurih

- Koma B: Dinamo Kiev, Rennes, Fenerbahçe, AEK Larnaca

- Koma C: Roma, Ludogorets, Real Betis, Helsinki

- Koma D: Braga, Malmo, Union Berlin, Saint-Gilloise

- Koma E: Manchester United, Real Sociedad,  Sheriff, Omonoia

Koma F: Lazio, Feyenoord, Midtylland, Sturm Graz

- Koma G: Olympiakos, Karabax, Nantes, Freiburg

- Koma H: Stêrkasor, Monaco, Ferencvaros, Trabzonspor

Di komên xwe de tîmên bibin yekemîn dê raste rast derbasî Dora 16'an bibin. Tîmên bibin duyemîn û tîmên ku di Lîga Qaremanan de bûne 3'yemîn dê bi hev re bilîzin û ji wan dê 8 tîmên din derbasî Dora 16'an bibin.

PÊŞBIRK 8'ê ÎLONÊ DEST PÊ DIKIN

Pêşbirkên Lîga Ewropayê roja 8'ê Îlonê dest pê dikin û pêşbirkên koman îsal 3'yê Mijdarê bi dawî dibin. Pêşbirka fînalê ya Lîga Ewropayê roja 31'ê Gulana 2023'yan dê li Puskas Arena ya li Budapeşteya Mecaristanê bê lîstin.

 

Serepeyv