Tebax 28, 2022 15:23 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya Îran û Rûsyayê di pêşbirka leşkerî ya dronan a sala 2022an de

Di pêşbirka navneteweyî ya dronên leşkerî ya sala 2022an a artêşên cîhanê de, du welatên Îran û Rûsyayê bi hev re pileya yekem bi dest xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, serdar sertîp (tûggeneral) "Elî Bilalî" berdevkê Pêşbirka Leşkerî ya Navneteweyî ya 2022'an a balafirên bêmirov ên artêşên cîhanê got: "Di vê pêşbirkê de welatê Belarûsê pileya duyemîn û welatê Ermenîstanê pileya sêyemîn bi dest xistin."

Serdar Bîlalî li ser bijartina yên herî baş got: Di pêşbirkên dronên leşkerî yên navneteweyî di sala 2022ê de yên artêşên cîhanê de, pîlotê herî baş ji tîma Komara Îslamî ya Îranê, baştirîn teknîsyen ji tîma Rûsyayê, werzişvanê herî baş ji tîma Rûsyayê û nîşanbazê herî şarza Ji tîma Ermenîstanê hatin hilbijartin.

Berdevkê pêşbirka dronên leşkerî yên navneteweyî di sala 2022-an de yên artêşên cîhanê destnîşan kir: Di vê pêşbirkê de ku bi mazûvaniya Hêza Hewayî ya Feyleqê Pasdaran li bajarê Kaşanê li parêzgeha Îsfehanê li navenda Îranê hat lidarxistin, 7 tîm ji welatên Îran, Rûsya, Belarûs û Ermenîstan hatin  û du tîmên jî ji Hindistan û Pakistanê wek welatên çavdêr di vê pişbirkê de amade ne.

Berdevkê pêşbirka leşkerî ya dronan a sala 2022ê ya artêşên cîhanê got: Şev û roj keşif, hedefên şev û roj, kemîn û dij kemîn û rêvebirina topxaneyê ji beşên cuda yên vê pêşbirkê bûn.

Serepeyv