Tebax 27, 2022 22:33 Asia/Tehran
  • Duçerxajoyên Îranî 4 medalên curbicur li Kupaya Asyayê ya Taylandê bi dest xistin

Nûnerên Îranê li yekem roja pêşbirkên duçerxsiyaran yên Kupaya Asyayê li Taylandê, zêrek, 2 zîv û tûncek bi dest xistin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Duçerxajoyên îran li pêşbirkên Kûpaya Asyayê ya ku bi mazûvaniya Taylandê tê lidarxistin, bi hevrikên xwe re ketin pêşbaziyê û li dawiyê Mihemed Emîn Rehîmabadî karî li beşa yek kîlometrî pileya yekem bi dest bixe û bibe xwediyê medala zêr.

Di berdewamiya van pêşbirkan de, werzişvanê din ê îranî bi navê Emîr Elî Elîzade, medala Tûnc a vê pêşbirkê bi dest xist. Ev her du werzişvanên îranî di beşa Kaîrînê de jî biriqîn û piştî nûnerê Malezyayê medalên zîv bi dest xistin.

Ev tûrnûva wê sê rojên pêş bi mazûvaniya Taylandê berdewam bibe.

Serepeyv