Tebax 27, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • Nûnerên Îranê li skiya ser çimenê medaleke zêr û du medalên zîv bi dest xistin

Pêşbirkên skiyê yên ser Çimenê ya sala 2022an bi medalek zêr û du medalên zîv ji bo skîvaniya Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, Kûpaya Cîhanî ya Skiya ser çimenê ya sala 2022`an pêncşemiyê bi mazûvaniya Pîsta Navnetewî ya Dezina Tehranê dest pê kir.

Di dawiya yekem roja pêşbirkê de, Seyd Murteza Caferî, skîvanê neteweyî yê Îranê, karî medala zêr li werza Super G (lezgîn) û medala zîv a spiral a mezin bi dest bixe.

Di roja duyemîn de jî, Caferî medala zîv a spirala biçûk bi dest xist.

Serepeyv