Tebax 25, 2022 09:32 Asia/Tehran
  • Keça ji Meletiyê çar meh berê dest bi boksê kir û bû qaremana Tirkiyê

Li Meletiyê Ayla Firata 13 salî ya ku boksora neteweyî Busenaz Surmeneli ya qaremana olîmpiyat û dinyayê ji xwe ra kir mînak û 4 meh berê dest bi werzişê kir, di qaremanaya Tirkiyê ya Stêrkên Boksa Piçûk a Ser da madalyaya zêrîn qezenc kir.

Ayla Firata ku çav da Busenaz Surmeneliyê û eleqe nîşanî boksê da, qederek şûnda çû salona werzişê ya Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgeha Meletiyê û li rahênanên boksê temaşe kir.

Aylaya ku bi vî awayî biryar da ku dest bi boksê bike, di bin çavdêriya rahênerê tîma neteweyî ya Tirkiyê Ramazan Yavuz da di nîsana îsal sa dest bi rahênanan kir. Ayla Firata ku di hefteyê da 9 rahênan kirin, piştî dibistanê wextê xwe li salona werzişê derbas kir.

Aylayê di kurtemekê da xwe pêş xist û di qaremanaya Tirkiyê ya Stêrkên Boksa Piçûk a Ser da ya ku di 24ê Hezîranê-1ê Tîrmehê li Erziromê hat lidarxistin, di 60 kîloyê da madalyaya zêrîn qezenc kir.

Aylaya ku beşdarî kampa tîma neteweyî bû, di qaremanaya Ewropayê ya Stêrkên Boksa Piçûk a Ser da di çaryek fînalê da têk çû.

Serepeyv