Tebax 23, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Federasyona Cîhanî ya Guleştê: Taca şampiyoniyê bi deshilatdarî danî ser guleştkarên îranî

Federasyona Cîhanî ya Guleştê bi weşandina raporekê pesna performansa Îranê li pêşbirkên cîhanî yên gulaşta ewropî ya ciwanan da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, pêşbirkên cihanî yên gulleşta ewropî ya ciwanan li Bulgaristanê di rewşekê de bi dawî hat ku tîma neteweyî ya Îranê şampiyoniya van pêşbirkan bi dest xist.

Federasyona Cîhanî ya Guleştê di raporekê de derbarê şampiyoniya werzişkarên îranî nivîsî: Elîriza Muhmedî cara dawî ku li Bulgaristanê bû, bi medala tûnc karê xwe bi dawî anî, lê wî di pêşbirkên bin 20 saliyan de yek ji 3 medalên zêr ên Îranê bi dest xist. 

Îran şeva Yekşemê bi 174 puanan bû şampiyon, Azerbaycan bi 119 û Ukrayna jî bi 93 puanan bûn şampiyonê duyem û sêyem.

Elîriza Muhmedî di fînalê de li hember Achiko Bolkwadze bi skora 9-1 medala zêr bi dest xist.

Serepeyv