Tebax 23, 2022 12:51 Asia/Tehran
  • Bokserekî Kurd li Almanya di lîstka Kickboksingê de bû qehreman

Boksêrê Kurd Ehmed Yusîf xortekî ji bajarê Amûdê yê Sûriyê ye, li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê di lîstika Kickboksingê de, çend boksên baş avêtine boksêrê Mexribî û bû şampiyon.

Ehmed Yusîf boksêrê Mexribê davêje erdê û yekemîn derkeve.

Boksêrê Kurd Ehmed Yusîf di axivtina xwe bi televîziyona Rûdawê ya Kurdistana Iraqê re diyar kir ku wî li sala 2014an li Almanyê bi armanca kîloyên xwe kêm bike dest bi kickboksê kiriye û got: “Qet ne di bala min de bû ez vê werzîşê bikim û serbikevim. Piştî demekê rahênan hat ba min û ji min re got baweriya min gelek bi te heye. Paşê ji min xwest ku ez bi yekê re boksê bikim. Min jî kir û paşê kêfa min jê re hat û min berdewam kir.

Serepeyv