Tebax 20, 2022 14:51 Asia/Tehran
  • Di Lîga Super a Şetrencê ya Tirkiyê de stêrkên şetrancê yên Îranê şewq dan

Stêrkên şetrencê yên Îranê di Lîga Super a Şetrencê ya Tirkiyê de serketinên hêja bi dest xistin û şewq dan vê lîgê.

Li gorî rapora IRNA`yê, li Lîga Super a Şetranca Tirkiyê, Arîn Xulamî ji Îranê ku endamê tîma Klûba Werzîşê ya Şaredariya Bursaya Tirkiyê ye, di çar lîstikên xwe yên ewil de 2.5 pûan bi dest xistin.

Perham Meqsûdlû ji Îranê ku endamê tîma Klûba Werzîşê ya Gek Turk e, ji 4 dewreyên ewil di 3 lîstikan da di pêkhatiya tîmê de cih girt û 2,5 pûan bi dest xistin.

Her wiha Puya Îdenî ji Îranê jî ku di tîma ciwanan a şaredariya Hatayê de cih digire, ji 4 lîstikên xwe 2 puan bi dest xistin; Berdiya Danêşwer lîstikvanê din ê îranî ya vê tîmê jî karî 2 pûanan ji bo vê tîmê bi dest bêxe.

Mobîna Elînaseb lîstikvana îranî ya tîma Deniz Aquamech jî di çar lîstikên ewil de 3 pûan ji tîma xwe re qezenc kir.

Serepeyv