Tebax 20, 2022 12:18 Asia/Tehran
  • Sê nûnerên Îranê dikarin beşdarî fînala pêşbirkên Guleşta Ciwanan a şampiyoniya cîhanê bibin

Sê gulaşgirên îranî piştî têkbirina hevrikên xwe, derbasî fînala pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Sofya paytexta Bulgaristanê bûn.

Li gor nûçeya ajansa IRIB Newsê; Pêşbirkên nîvfînalê yên pênc weznên ewil ên pêşbirkên qehremaniya ciwanên cîhanê li Sofya paytexta Bulgaristanê hatin lidarxistin û di dawiyê de gulaşgirên Îranî yên bi navên Îman Mihemedî (63 kg), Ebulfezl Çobanî (87 kg) û Ferdîn Hedayetî (130 kg). gihîştin fînalê.

Fînala pêşbirkên guleşta ciwanan a şampiyoniya cîhanê dê îro (şemî) birêve biçe.

Serepeyv