Tebax 19, 2022 12:22 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Şehbayê şanoya

Komîna Şano ya Avrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" ku rola lehengane ya şanoyê dara zeytûn e pêşan da.

Şêniyên herêma Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, bi rêbazên cûda girêdana xwe bi xaka xwe ve nîşan didin.

Komîna Şanoyê ya Avrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bi pêşandana şanoyekê girêdana xelkê Efrînê bi xak û zeytûnên xwe ve nîşan da.

Komînê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Efrînê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" li Hola Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdas a Şehbayê pêşan da. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik e û derhêner Mîrzan Bekir e. Komînê di vê şanoyê de xwe bibêje ku kêfxweşî di hundirê mirov de ye, divê her kes di hundirê xwe de lê bigere.

Têkildarî navaroka şanoyê û armanca wê, derhêner Mîrzan Bekir got: "Destpêkê me tekst diyar kir û ji zimanê erebî wergerî kurdî kir, me hin taybetmendî ku nîşaneya Efrînê ne wekî darên zeytûnan û zaraveyê şêniyên wê lê zêde kir da ku şano ji civakê re bibe jêdera hêviyê ye."

Bekir diyar kir ku ji dema ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, dijmin hewl dide îradeya gel bişkîne û hêviyên wî yên vegerê li ser xaka xwe qut bike û wiha domand: "Dijmin bi gelek rêbazan di nav de şerê taybet hewl dide îradeya gel bişkîne û hêviyên wê yên vegerê li ser xaka xwe qut bike, ji ber bersivdayîna van hewldanên dijmin me ev şano amade kir da ku vê peyamê bidin civaka xwe ku hêviya vegerê qut nabe."

Bekir da zanîn ku rola lehengane ya vê şanoyê dara zeytûnê ye ku afrînera kêfxweşiyê ye ya ku her kes lê digere û şêniyan li ser rizgarkirina xaka xwe û vegera lê bi israr dighêle.

Mîrzan Bekir destnîşan kir ku amadekariyên vê şanoyê 8 mehan dewam kir û ji ber kêmbûna lîstikvanan û îmkanan zehmetî kişandin.

Mîrzan Bekir her wiha anî ziman ku şano behsa nakokiyên di navbera du aliyan de dike, yek çîna hakimên desthilatdar e ku ji bo qutkirina hêvî û kêfxweşiya civakê kar dikin û çîna din jî civak e ku li kêfxweşiya xwe digere.


 

Serepeyv