Tebax 18, 2022 09:50 Asia/Tehran
  • Peyamên pîrozbayî yên “Reîsî” û “Qalîbaf” ji bo şampiyoniya tîma gulaşta azad a ciwanên Îranê li pêşbirkên cîhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî û Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf şeva çarşemê di peyamên cuda de bidestveanîna şampiyoniya cîhanê ji aliyê tîma Guleşta azad a ciwanên Îranê, pîroz kirin.

Tîma guleşta azad a Komara Îslamî ya Îranê li pêşbirkên Bulgaristanê  bi destxistina 3 mîdalên zêr, mîdaleke zîv û 4 mîdalên tûnc û bi destxistin 159 puanan bû şampiyonê cîhanê.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Seyd brahîm Reîsî" li peyama xwe ya pîrozkirina şampiyoniya tîma guleşta azad a ciwanên Komara Islamî ya Îranê, destnîşan kir: şampiyoniya bi îqtidar a tîma neteweyî ya guleşta azad a ciwanên Îranê li pêşbirkên cîhanî pêşandaneke din a bi heybet e derbarê şiyan û karînên dînamîk ên gelê pehlewanperwer ê Îranê, ji bo hilkişiyana ser qoç û lûtkeyan şeref.

“Mihemed Baqir Qalîbaf” jî di peyama xwe de pîrozbahiya vê şampiyoniyê kir û destnîşan kir: Ciwanên Guleşta Azad a Îranê bi xîret, jêhatî û hewla xwe ya bi rûmet karîn bi serbilindî li ser platforma şerefê rawestin û bibin cihê şeref û rûmetê ji bo Îranê.

Pêşbirkên Gulaşta Azad a Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê di navbera 15-17ê Tebaxê de li Sofyaya paytexta Bulgaristanê hatin lidarxistin.

Tîma Guleşta azad a ciwanên Îranê sala borî li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Ufaya Rûsiyê jî bibû qehremanê cîhanê.

Serepeyv