Tebax 18, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Tîma guleşta azad a ciwanên Îranê bû şampiyonê cîhanê

Tîma guleşta azad a Komara Îslamî ya Îranê 3 mîdalên zêr, mîdaleke zîv û 4 mîdalên tûnc bi dest xistin û bi 159 puanan bû şampiyonê cîhanê.

Pêşbirkên Guleşta Azad a Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê di navbera 15-17ê Tebaxê de li Sofyaya paytexta Bulgaristanê hatin lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, piştî tîma guleşta azad a ciwanên Îranê, tîmên Amerîka û Hindistanê bi 132 û 112 pûanan di rêza duyem û sêyem de bûn.

Tîma Guleşta azad a ciwanên Îranê sala borî li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Ufaya Rûsiyê jî bibû qehremanê cîhanê.

Serepeyv