Tebax 17, 2022 16:16 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî; Tîma Kamponda mêran a Îranê mîdala bronz wergirt

Tîma Kampona mêran a Îranê mîdala bronz a Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî li Tirkiyê wergirt.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên tîrhavêtina bi kevanê di dora pêncan a Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî li Tirkiyê roja Çarşemiyê di beşa tîmî da hatin şopandin.

Di beşa tîmî ya Kampona mêran da, tîma Îranê bi têkdana Erebistanê bi ser ket û derbasî nîvfînalê bû.

Di nîvfînalê da tîma Îranê derda tîma Endonezyayê û nekarî hilkişe fînalê.

Tîma Îranê di pêşbirka rêzebendiyê da çû pêşberî Tirkiyeya mazûvan û bi encama 233-230 bi ser ket û mîdala bronz wergirt.

 

 

Serepeyv