Tebax 15, 2022 22:14 Asia/Tehran
  • Li 3 bajarên mezin ên Tirkiyeyê 3 pêşangehên pirtûkan dê li dar bikevin

Her çiqas weşangerî di nav rewşeke zehmet de be jî ev kar bi awayekî didome, pirtûk çap dibin û niha li 3 bajarên mezin, 3 pêşangehên mezin amadehiya lidarketinê dikin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê,Rojên lidarketina van 3 pêşangehan diyar bû. Li gor bernameyê li Amedê, Stenbolê û Îzmîrê, sê pêşangeh ligel hemû zehmetiyan jî dê li dar bikevin.

AMED: PÊŞENGEHA MEZOPOTAMYAYê

Li Amedê serdema pêşangehan hinek tevlihev e. Demek TUYAP’ê pêşangeh li dar xist, paşê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşangeh lidar xist û weşangerên kurd jê dilgeş bûn, lê piştî qeyûman ev xebat jî rawestiya. Niha her du sazî jî ne li holê ne lê vê carê li Amedê bi hevkariya kompaniya ALZ, DTSO (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) û TYB’ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) pêşangeha pirtûkan li dar dikeve. Pêşangeh bi navê pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê li dar dikeve. Îsal dê pêşangeh rojên navbera 16-22’yê Îlona 2022’yan bi beşdariya gelek weşanxaneyan li dar bikeve.

Ji bo amadehiyên pêşangehê 10’ê mehê li DTSO’yê bi beşdariya Endamê Rêveberiya Navendî yê DTSO Faruk Korkmaz, Serokê Komîsyona pêşangehê yê DTSO’yê Ali Deniz, endamê komîsyonê Ahmet Akyapi, rêveberên ALZ’yê û weşangerên kurd civînek hat lidarxistin. Di civînê de li ser amadehiyên pêşangehê nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin. Di rojên pêş de dê bernameya pêşangehê bê eşkere kirin. Weşanxaneyên kurd dê di pêşangehê de standê vekin.

ÎZMÎR: ÎZKÎTAP

Li Îzmîrê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê “ÎZFAŞ” û SNS pêşangeha “ÎZKÎTAP” (pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê) li dar dikeve. Pêşangeh berê li navenda Îzmîrê li parka mezin dihat lidarxistin û gelek kes bi rehetî diçûn wir. Îsal birine Gazîemîrê ku li Îzmîrê cihek dûr e. Hê ne diyar e dê çend weşanxane beşdar bibin lê lidarketina wê teqez e. Li gor bernameyê pêşangeh wê roja 28’ê Cotmehê dest pê bike û 6’ê Mijdarê bi dawî bibe.

Di pêşangehê de weşanger, saziyên sivîl dê standan vekin.

STENBOL: TUYAP

Li Stenbolê îsal pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê dê 39’emîn car lidar bikeve. TUYAP vê pêşangehê lidar dixe û bernameya îsal dê di navbera 3-11’ê Kanûnê de li dar bikeve. Mêvana rûmetê ya pêşangehê a îsal nivîskar Nazli Eray e. Di pêşangehê de bi sedan weşanxane û saziyên sivîl standan vedikin. Weşanxaneyên kurdan jî li Stenbolê di pêşangehê de standan vedikin û îsal jî dê cihê xwe bigirin.

 

Serepeyv