Tebax 15, 2022 21:03 Asia/Tehran
  • Tîma Volîbola Îranê bû qaremana Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî

Tîma Neteweyî ya B ya Volîbola Îranê di fînala Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî da bi ser ket.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Tîma Neteweyî ya B ya Volîbola Îranê bi encama 3-1 ji Kamêrûnê bir û bû qaremana Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî.

Dora pêncem a Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Îslamî ji roja 9ê Tebaxê va li Qonyeya Tirkiyê dest pê kiriye û dê heta 18ê Tebaxê berdewam be.

Îran bi zêdetir ji 240 werzîşkaran di 16 çiqên werzîşê da beşdarî van pêşbirkan bûye.

 

 

Serepeyv