Tebax 15, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Tîma Bedmîntona Îranê di pêşbirkên asyayî da mîdala zêrê wergirt

Tîma dukesî ya Bedmîntona bin 17 salî ya Îranê bi têkdana tîma Tacîkistanê karî çaremîn mîdala zêrê ya Bedmîntona Îranê di pêşbirkên asyayî yên Miyaneyê li Tacîkistanê bi dest bixe.

Dora yekem a pêşbirkên asyayî yên Miyaneyê ji 11 heta 15ê Tebaxê li Tacîkistanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Piştî wergirtina mîdalên zêrê yên takekesî ya bin 17 salî ya kuran, tîma dukesî ya bin 15 salî ya kuran û tîma dukesî ya bin 15 salî ya keçan, vê carê tîma dukesî ya Ferdûs Firûxî û Ayda Inayetî bi têkdana Tacîkistanê karî mîdala zêrê wergire.

Ferîba Mededî cîgira Serokê federasiyona Bedmîntona Îranê jî di van pêşbirkan da wek alîkarê serhekem ji aliyê federasiyona Asyayê va hat vexwendin.

 

Serepeyv