Tebax 14, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Welatên Îslamî; Tîma neteweyî ya volîbala jinan a Îranê derbasî fînalê bû

Tîma neteweyî ya volîbala jinan a Îranê di têkdana tîma Komara Azerbaycanê di Pêşbirkên Welatên Îslamî da derbasî fînalê bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Keçên volîbolîst ên Îranê piştî têkdana tîma Komara Azerbaycanê bi encama 3-1 karîn derbasî fînala Pêşbirkên Welatên Îslamî li Tirkiyê bibin.

Tîma neteweyî ya volîbala jinan a Îranê di pêşbirka nîvfînalê da di çar setan û bi giştî bi encamên 25-18, 25-18, 25-16 û 22-25 ji hevrika xwe bir û bû fînalîsteke van pêşbirkan.

Pêşbirka din a nîvfînalê dê îro navbera tîmên Tirkiye û Kamêrûnê were lidarxistin da ku hevrika Îranê di fînala van pêşbirkan da were diyarkirin.

Pêşbirka fînalê jî dê roja Duşemê li salûna navendî ya bajarê Qoniyeya Tirkiyê were lidarxistin.

 

Serepeyv