Tebax 14, 2022 07:25 Asia/Tehran
  •  Hejmara 12an a Kovara 'Folklora Me' hat weşandin

Kovara Folklora Me ku ji aliyê Weqfa Mezepotamyayê ve û her 3 mehan carekê tê derxistin, hejmara wê ya nû derket pêşberî xwendevanan.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kovara Folklora Me hejmara xwe ya mehên Pûşper (Hezîran), Tîrmeh û Gelawêjê (Tebax) ku ev dibe hejmara 12'emîn, pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

Di vê hejmarê de jî stran, şabînok, meselok, mamik, xebrojk, beyt û îdyom di “Folklora Me” de hatine weşandin.

Gelek mesele û çîrok hene ku li herêmên cuda guhartoyên wan hene. Di vê hejmarê de ji van yek “Pîrê û dîk/Dîk û pîrê”  ku her yek ji wan li herêmeke cuda hatiye berhevkirin, hatiye weşandin.

“Hin îdyomên Erxenîyê-3”, “Çend mamik ji Agirîyê”, “Du meselok ji Licêyê”, “Du kilam ji eşîra bêrtiyan”, “Du beytên Colemêrgê”, “Diz û siltan”, “Şabînok”, “Serhatîya kiça paşa” hin nivîsên din in ku di vê hejmarê de cih girtine.

 

Serepeyv