Tebax 13, 2022 20:17 Asia/Tehran
  • Serkeftina sêyem li pey hev ji bo hokeylîstên jin ên Îranê li Asyayê

Tîma neteweyî ya jinên Îranê ya hokeyê li pêşbirka li hemberî Sîngapurê bi encama 5-1 bi ser ket û sêyemîn serkeftina xwe ya li pey hev di vê pêşbirkê de bi dest xist.

Li gor nûçeya ajansa IRIB Newsê; Tîma neteweyî ya hokeyê ya jinên Îranê îro danê sibê (şemî) li pêşbirka li hemberî Sîngapurê bi encama 5-1 bi ser ket û bi vî awayî tîma neteweyî ya Îranê sêyem serkeftina xwe ya li pey hev li vê tûrnûvayê bi dest xist.

Golên lîstikê ji aliyê Nesîm Mîrzeyî 3 gol, Zehra Reşîdiyan golek û Zeyneb Ehmedî jî golek hatin avêtin û di dawiya lîstikê de Zehra Reşîdiyan wek baştirîn lîstikvana meydanê hat hilbijartin.

Tîma neteweyî ya hokeyê ya jinên Îranê sibê (Yekşem) di lîstika xwe ya dawî de dê li hember serketiya pêşbirka Çîn û Kamboçyayê bilîze.

Serepeyv