Lîstikên Hevgirtinê yên welatên Îslamî, şanaziya tekwandokarên Îranê bi bidestxistina 13 medalan
Karwanê tekwandoyê ya Îranê bi bidestxistina 13 medalên zêr, zîv û tûnc ên giranbiha dawî li xebata xwe ya li lîstikên hevgirtinê yên welatên Îslamî anî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, karwanê tekwandoyê ya Îranê bi 15 tekwandokaran beşdarî 5`emîn dewra pêşbirkên Hevgirtina welatên Îslamî bû û di dawiyê de karî 13 medalên zêr, zîv û tûnc ên giranbiha bi dest bixin.
Ji bo tîma neteweyî ya jinan jî Nahîd Kiyanî medala zêr di -53 kg, Xezel Sultanî di -49 kg, Nerges Mîrnoralhî di -62 kg, Zeyneb Îsmaîlî di -67 kg û Ekrem Xudabende di +73 kg û medalên zîv bi dest xistin. Nesteren Welîzade di giraniya -57 kg de medala tûnc bi dest xist.
Di kategoriya mêran de Husên Lutfî di -58 kg, Emîr Mihemed Bexşî di -74 kg, Elî Ehmedî di -87 kg û Elîreza Nadeliyan di +87 kg de 4 medalên zêr bi dest xistin.
Her wiha Mehdî Hacî Mûsayî di -54 kg, Mihemed Sadiq Dehqanî di -63 kg û Mêhran Berxordarî di -80 kg de medalên bi dest xistin.
Pêncemîn dewra Lîstikên Hevgirtinê yên welatên Îslamî ku 9ê Tebaxê li bajarê Qonyayê yê Tirkiyê dest pê kiribû, heta 18ê Tebaxê berdewam dike.