Tebax 11, 2022 16:22 Asia/Tehran
  • Lîstikên welatên îslamî; 2 madalên rengîn ên Para-Avjenî ji bo Îranê

Tîma Avjeniyê ya canbaz û kêmendamên Îranê li pêşbirkên welatên Hevgirtina Îslamî, medaleke zêr û mîdaleke tûnc bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Di berdewamiya lîstikên welatên îslamî de, roja çarşemiyê nûnerên tîma neteweyî ya para-avajeniyê ya Îranê li qonaxa dawîn a 100 û 50 metre paşverû bi hevrikên xwe re ketin pêşbaziyê.

Di pêşbirka 100 metre ya paşverû de Şahîn Îzedyar bi dema 1:9:22 medala zêr û şampiyoniya pêşbirkê bi dest xist û Ebulfezl Zerîf nûnerê din ê Îranê di vê pêşbirkê de bi dema 1:14:95 pileya sêyem bi dest xist û medala tûnc stand.

Nûnerên Îranê îro li pêşbirkên 100 metre azad û 150 metre ferdî yên têkel bi hevrikên xwe re dikevin pêşbirkê.

Pêncemîn dewra Lîstikên Hevgirtinê yên welatên Îslamê ku di 9ê Tebaxê de li bajarê Qonya yê Tirkiyê dest pê kiriye, heta 18ê Tebaxê berdewam dike.

Serepeyv