Tebax 11, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Derbasbûna jinên Îranê bo nîvfînalê ya lîstikên welatên Îslamî

Tîma neteweyî ya voleybolê ya jinên Îranê bi serketina li hemberî Uzbekistanê kete nav çar tîmên herî baş ên lîstikên hevgirtinê yên welatên Îslamî li Tirkiyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Tîma neteweyî ya voleybolê ya jinên Îranê ku bo cara yekê beşdarî vê turnuvayê bûye, li hemberî Uzbekistanê bi encama 3-1 serket.

Tîma neteweyî ya Îranê di setên yekem, duyem û çarem de bi 25-15, 25-16 û 25-16 pûanan bû baştirîn û bi ser ket û ji aliyê din ve li seta sêyem bi 28-26 pûanan hevrikê wê jê bir.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya jinên Îranê bi vê serketinê, çûna xwe bo qonaxa nîvfînalê ya vê pêşbirkê piştrast kir û roja Înê di pêşbirka xwe ya duyemîn a qonaxa despêkiya van pêşbaziyan de, ji bo bidestxistina şampiyoniyê di vê komê de bi tîma mazûvana van pêşbirkan anku Tirkiyê re rûbirû dibe.

Pêşbirkên voleybola jinan a lîstikên hevgirtinê yên welatên îslamî ji aliyê 8 tîman ve di du grûpên despêkî de beşdarî pêşbirkan dibin û tîma Îranê di koma Ayê de bi tîmên Uzbekistan, Endonezya û Tirkiyê re hevgrûp e.

Di koma B ya jinan de lîstikvanên voleybolê yên ji Afganistan, Senegal, Kamerûn û Komara Azerbaycanê cih digirin.

Pêncemîn dewreya lîstikên hevgirtinê yên welatên Îslamî ku di 9ê Tebaxê de li bajarê Qonya yê Tirkiyê dest pê kiribû, heta 18ê Tebaxê berdewam dike.

Serepeyv