Tebax 11, 2022 09:02 Asia/Tehran
  • Sê guleşgirên îranî derbasî pêşbirka fînalê ya lîstikên welatên îslamî bûn

Sê gulaşgirên azad ên Îranê derbasî maça fînalê ya Lîstikên Hevgirtina welatên Îslamê li Qonyayê ya Tirkiyê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Gulaşvanê îranî Muhemed Sadiq Fîrozpûr di tûra yekem de bi encama 9-6 Erilmaz ji Tirkiyê û di tûra din de jî Îsakov ji Urdinê 13-4 têk bir û derbasî nîvfînalê bû.

Fîrozpûr di qonaxa nîvfînalê de 3-2 li hember Nurkoja Kaypanov ji Qazaqistanê xwediyê medala zîv a cîhanê û şampiyona Asyayê bi ser ket û di fînalê de dê bi Turan Bayramov ji komara Azerbaycanê re rûbirû bimîne.

Di tûra yekem de, Gulaşvanê Îranî Elîriza Kerîmî di rêza 86 Kg de Karipbayev ji Qirgizistanê 10-0 têk bir û di tûra din de jî bi heman encamê, ji Cezayîrê Benfer Fatih bir û derbasî fînalê bû da ku bi Ebûbekir Abakarov ji Komara Azerbaycanê re rû bi rû bimîne.

Mucteba Gilîc ê îranî di wezna 97 Kg de, di tûra yekem de Bays Kobatov ji Qirgizistanê 10-0 derbe kir û di tûra din de jî Mihemed Bekov ji Turkmenistanê 10-0 û Mamed Ibragimov ji Qazaxistanê 13-2 têk bir û di fînalê de dê bi Mustafa Sisîz ê ji Tirkiyê re rûbirû bimîne.

Pêncemîn dewreya lîstikên hevgirtinê yên welatên Îslamî ku di 9ê Tebaxê de li bajarê Qonya yê Tirkiyê dest pê kiriye, heta 18ê Tebaxê berdewam dike.

Serepeyv