Tebax 09, 2022 16:12 Asia/Tehran
  • Barselona Mêsî naxwaze

Serokê klûba Barselonayê got: Mêsî lîstikvanê Paris Saint‑Germain'ê ye û me tu biryarek ji bo vegerandina wî tune.

Li gorî rapora IRNAyê, Ji destpêka hatina Javî Hêrnandêz (Xavier Hernández) bo Barselonayê, hin gotegot derbarê vegeriyana Mêsî bo vê tîmê hatin hilêxistin. Medyayên spanyayî bi caran derbarê vegeriyana vî lîstikvanî bo Barselonayê hin nûçe weşandin, lê heta niha ev yek neqewimiye.

Di vî warî da Laporta serokê Barselonayê got: Mêsî lîstikvanê Paris Saint‑Germain'ê ye û me pê ra gotûbêj nekiriye û dê nekin jî.

Wî got: Em deyndarê wî ne û pêwendiya me bi wî ra weke malbatekê ye.

 

Serepeyv