Tebax 08, 2022 12:34 Asia/Tehran
  • Tekvandoya qaremaniya nûciwanên cîhanê; Îran bû duyem

Tîma Tekvandoya Îranê di pêşbirkên Tekvandoya qaremaniya nûciwanên cîhanê da bû duyem.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Pêşbirkên Tekvandoya qaremaniya nûciwanên cîhanê Sêşemiya derbasbûyî bi beşdariya 876 tekvandovanan ji 91 welatên cîhanê bi mazûvaniya Bulgaristanê li salûna Artemîsa bajarê Sofyayê dest pê bû û piştî şeş rojan tîma Îranê di her du beşên keç û kuran da bû duyem.

Di beşa keçan da Koreya Başûr bû qareman û tîmên Îran û Taylendê bi rêzê bûn duyem û sêyem.

Di beşa kuran da jî Koreya Başûr bû yekem, tîma Îranê bû duyem û tîma Qezaqistanê bû sêyem.

Di van pêşbirkan da Sogend Şîrî, Mobîna Nêmetzade, Ebulfezl Zendî, Reza Kelhor, Ebulfezl Ebasî û Metîn Rezayî 6 mîdalên zêrê û Perniya Silêmanî û Saxer Muradî 2 mîdalên zîv ji bo tîma Îranê wergirtin.

 

Serepeyv