Tebax 07, 2022 11:05 Asia/Tehran
  • Serketina tîma netewî ya şetrenca mêrên Îranê li hember Fransayê li Olîmpiyada Cîhanî

Tîma neteweyî ya şetrencê ya mêrên Îranê bi serkeftina li hember Fransayê derket pileya pêncem a Olîmpiyada Cîhanî.

Li gorî rapora ISNA`yê, tîma neteweyî ya mêrên Îranê rûbirûyê tîma bi hêz a Fransayê bû û karîn di lîstikeke girîng de bi encama 5.2 -1.5 bi ser bikevin.

Meqsûdlû, Tebatebayî û Mûsewî li hember dijberên xwe yên Fransî wekhev derketin û tenê Îdenî karibû bi ser bikeve.

Di vê pêşbirkê de Elîneseb û Mesûmî li hember hevrikên xwe têk çûn û Mehdiyan jî yekane serkeftina şatrancê ya jinan bi dest xist.

Her wiha Zahidîfer di vê pêşbirkê de wek hev derket û bi vî awayê jinên setrencbaz ên Îranê di vê dewrê de serneketin.
Di beşa azad de tîma mêran a Ermenîstanê bû serkêşê şetrencê.
Di beşa jinan de şetrencbazên Îranê di rêza 35an a Olîmpiyada Cîhanî de cih girtiye û tîma şetrencê ya Hindistanê jî serkêşiya van pêşbirkan dike.

Serepeyv