Tebax 06, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Medala zêr a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê ji bo tekwandokarê nûciwan ê Îranê

Metîn Rizayî tekwandokarê jêhatî yê Îranê medala zêr a pêşbirkên şampiyoniya cîhanê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê; Di berdewamiya pêşbirkên şampiyoniya tekwandoyê ya nûciwanên cîhanê de ku li bajarê Sofya paytexta Bulgaristanê birêve diçe, Metîn Rizayî di wezna 63 Kg de li hember Nezerov ji Uzbekistanê di fînalê de medala zêr bi dest xist.

Tekwandokarên nûciwan ên Îranê heta dawiya çaremîn roja vê pêşbirkê 4 medalên zêr û medaleke zîv bi dest xistin.

Sogand Şîrî, Mobîna Nemetzade, Ebulfazl Zendî û Metîn Rizayî 4 medalên zêr û Perniya Selmanî jî medala zîv a tîma Îranê bi dest xistin.

13emîn Şampiyoniya Tekwandoyê ya nûciwanên Cîhanê wê heta roja yekşema bê berdewam bike.

Serepeyv