Tebax 04, 2022 11:03 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Cîhanî yên Bulgaristanê; Têkvandokarên îranî 2 mîdalên din ên zêr bi dest xistin

Têkvandokarên îranî di şeva duyê ya Pêşbirkên Qaremanîya Nûciwanên Cîhanê da 2 mîdalên zêr bi dest xistin.

Di dewama dewra sêzdan a Pêşbirkên Têkvandoya Qaremanîya Nûciwanên Cîhanê da ku li Sûfîyeya Bulgaristanê tên lidarxistin, têkvandokarên îranî berbanga îro 2 mîdalên zêr bi dest xistin.

Ebulfezl Zendî têkvandokarê îranî ji reqîbên xwe yên ji Hong Kong, Taywan, Îtalîya, Urdin û Qazaqistanê bir û yê di fînalê da derkeve pêşberî reqîbekî taylendî.

Mobîna Nêmetzade jî piştî serketina hibmerî reqîbên ji Koreya Başûr, Misir, Australîya û Ukraynê di pêşbirka fînalê ya kêşa -49 kîlogiramê da li reqîba taylendî bir û mîdaal zêr bi dest xist.

 

Serepeyv