Tebax 03, 2022 14:58 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya Taekwondo ya nûciwanên Cîhanê; Bidestxistina medala duyem ji aliyê keçên şareza yên Îranê

Duyemîn nûnera Îranê li yekem roja pêşbirkên tekwandoyê yên qehremaniya nûciwanên cîhanê, medala zîv bi dest xist, da ku tîma neteweyî ya keçên Îranê bi du medalên giranbiha dest bi karê xwe li vê pêşbirkê bike.

13mîn pêşbirkên şampiyoniya tekwandoyê ya nûciwanên cîhanê roja sêşemiyê bi mazûvaniya Bulgaristanê li bajarê Sofiyayê bi beşdariya 768 tekwandokaran ji welatên cuda dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, di yekem roja vê pêşbirkê de, tekwandokarên giraniya -42 û -44 kg ên keç û -45 kg ên kur ketin pêşbaziyê û tîma Îranê li beşa keçikan di roja yekem de 2 nûner hebûn. medaleke zêr û medaleke zîv di encama hewldana keçên hêja yên Îranê de bi dest ketin.

Perniya Selmanî di yekem şeva pêşbirkê de li giraniya -44 kg bû duyemîn nûnera Îranê û li pêşbirka fînalê de rûbirûyê “Vasana” ji Taylandê bû. Ev maç di tûra yekem de bi serkeftina Selmanî 4-3 dest pê kir. Lê di 2 dewreyên din de nûnera Îranê li hember hevrikê xwe têk çû û medala zîv bi dest xist.

Berî Selmanî, Sogend Şîrî medala zêr di giraniya -42 Kg de bi dest xistibû, da ku tîma neteweyî ya Îranê bi medaleke zêr û medaleke zîv destpêkek baş li vê tûrnûvayê hebe.

Di koma keçan de Fatmeh Seferpûr seroka tîma neteweyî ya keçikên nûciwan ên îranê ye û Nîlufer Seferiyan û Exter Kiyanî wek rahêner pê re ne.

Serepeyv