Tebax 03, 2022 11:27 Asia/Tehran
  • Berdewamiya serkeftinên tîma mêran a Îranê li Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê

Tîma netewî ya Şetrenca mêran a Îranê li Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê serketina xwe ya çaremîn bi dest xist.

Tîma neteweyî ya şetrencê ya jinan û mêran a Îranê ku beşdarî 44`emîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrancê ya li bajarê Çênay ya Hindistanê bûbûn, li dewra pêncem a vê pêşbirkê ketin hemberî hevrikên xwe.

Tîma şetrancê ya mêran a Îranê li dewra pêncem a vê pêşbirkê de rûbirûyê tîma netewî ya Tirkiyê bû û bi encama 3-1 biser ket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, di vê dewrê de, Perham Meqsûdlû û Seyd Mihemed Emîn Tebatebayî li hember hevrikên xwe bûn wekhev û Puya Îdenî û Berdiya Danêşwer jî li hember hevrikên xwe yên Tirkiyê bi ser ketin.

Bi vê serketinê mêrên şetrencbaz ên Îranê karîn pileya heftem a pêşbirkê bi dest bixin.

Tîma duyemîn a Hindistanê hîna di serê vê turnuvayê de ye û tîma Ermenîstanê jî di pileya duyemîn de ye.

Di beşa jinan de jî, tîma neteweyî ya şetrencê ya Îranê rûbirûyê tîma Bulgaristanê bû û bi encama 1-3 li hember hevrikê xwe têk çû.

Tîma şetrancê ya jinên Îranê bi vê têkçûnê di rêza 46emîn a vê pêşbirkê de cih girt.

Di beşa jinan de tîma Hindistanê pêşeng e.

Serepeyv