Tebax 02, 2022 15:05 Asia/Tehran
  • Serkeftina tîma neteweyî ya jinan û rawestana mêrên Îranê di olimpiyada cîhanî ya şetrencê de

Qonaxa çarem a Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê bi serketina jinan û wekheviya mêrên Îranê re bi dawî bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya şetrencê ya jinên Îranê roja duşemê li çaremîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê li hemberî tîma neteweyî ya Nîjeryayê wekî dewra yekem û duyemîn bi encama 4-0 bi ser ket.

Pêkhateya tîma neteweyî ya şetrancê ya jinên Îranê di vê dewra mamostaya jinan a navneteweyî Mobîna Elî-Neseab, mamosta FIDE ya jinan Anûşa Mehdiyan, mamostaya FIDE ya jinan Anahîta Zahedîfer û mamosteya FIDE ya jinan Mîtra Esxerzade bûn ku li ser maseyê 1 heta 4 li hember hevrikên xwe bi ser ketin. 

Her wiha Perhem Meqsûdlû ji bo tîma neteweyî ya şetrancê ya mêrên Îranê, li ser maseya mamosteyekî mezin li hemberî hevrikê xwe bû wekkhev.

Di masey 2 ya mamostayê mezin de Seyd Mihemed Emîn Tebatebayî li hember hevrikê xwe bi ser ket.

Li ser maseya 3, Grandmaster (Mamostayê Mezin) Pşya Îdenî li hember hevrikê xwe têk çû.

Li ser maseya 4an a mamosteyê navneteweyî, Berdiya Danêşwer bi hevtayê xwe yê Kanadayê re bû yek û di dawiyê de tîma Îranê bi encama 2-2 li hember tîma neteweyî ya Kanadayê hat rawestandin.

Serepeyv