Tebax 01, 2022 09:01 Asia/Tehran
  • Tekvandovana urdinî neçû pêşberî hevrikê xwe ya israyîlî

Tekvandovana urdinî di çarçoveya pêşbirkên qaremaniya Tekvandoyê li Bulgaristanê, dev ji pêşbirka di gel hevrika israyîlî berda.

Mîser El-Dehaşime, tekvandovana urdinî di çarçoveya pêşbirkên qaremaniya Tekvandoyê li Bulgaristanê da, bi nîşana dijayetiya di gel asayîkirina pêwendiyan tev Rejîma Siyonîst, ji rikeberiya di gel hevrika israyîlî ji bo wergirtina mîdala bronza van pêşbirkan paşvekişiya.

Du meh berê jî Eyas El-Zemer qaremanê Tekvandoyê yê urdinî dev ji rikeberiya di gel hevrikekî ji Rejîma Siyonîsst di pêşbirkên cîhanî yên Tekvandoyê ya rêza nûciwanan da li bajarê Duneyê berda.

Pêştir jî Xelûd El-Metîrî jina kuweytî ya şûrbaz nexwest ku di gel hevrika xwe ya ji Rejîma Siyonîsst di çarçoveya pêşbirkên cîhanî yên şûrbziyê li Taylendê bikeve rikeberiyê.

 

Serepeyv