Tîrmeh 29, 2022 12:31 Asia/Tehran
  • Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Tirkiyê careke din elektrîka Amedsporê qut kir!

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Tirkiyê (DEDAŞ) elektrîka Amedspor a ku di Lîga 2emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ya Grûpa Spî de dilîze qut kir. Elektrîka

Amedsporê di dema destpêkirina lîgê de careke din ji aliyê tîmên DEDAŞê ve hatibû birîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim li ser birrîna elektrîka Amedsporê ji aliyê DEDAŞê ve li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanek da û got, “Hûn dikarin elektrîkê bibirin lê hûn nikarin ronahiya me vemirînin. Em dê mûmekê vêxin lê ji bo ku ev tîm bibe şampiyon em ê her tiştî bikin.”

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim destnîşan kir ku elektrîka Amedsporê ji ber deynan hatiye birrîn.

Elektrîka Amedspor a ji bo ku biçe Lîga Yekemîn di play-offê de têdikoşe, di 13ê Gulanê de jî hatibû qutkirin.

Serepeyv