Tîrmeh 28, 2022 08:04 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê sînemayê Paul Sorvino koça dawî kir

Lîstikvanê sînemayê, nivîskar, hunermendê operayê û xebatkarê televîzyonê Paul Sorvino di 83 saliya xwe de canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Navê wî yê dirêj Paul Anthony Sorvino ye û di 13'ê avrêla 1939'an de li New York City hatiye dinê. Ew xwedî gelek karan bû lê yek ji xebatên Wî yên zêde tê zanîn lîstina di fîlmê derhêner Martin Scorsese ê bi navê "GoodFellas" de bû. Di fîlm de rola Paul Cicero lîstibû. Di heman fîlmî de Ray Liotta, Robert De Niro, Joe Pesci  û Lorraine Bracco ji lîstibû. Lîstikvanê heman fîlmî Ray Liotta roja 26'ê gulana îsal de miribû. Sorvino ligel vî fîlmî bi dehan filmên din de lîstibû. Wî herî dawî par di fîlmê "The Birthday Cake" de lîstibû.

Hat gotin ku Paul Serivino li mala xwe ya li Indianaya DYA'yê bi awayekî normal canê xwe ji dest daye.

 

 

Serepeyv