Tîrmeh 27, 2022 18:59 Asia/Tehran
  • Guleşkirên nûciwan ên îranî 4 mîdalên cîhanî bi dest xistin

Guleşkirên çiqa ferengî yên îranî di pêşbirkên guleşta ferengî ya nûciwanên qaremanîya cîhanê da li şarê Romê 4 mîdal bi dest xistin.

Pêşbirkên 5 kêşên destpêkê yên guleşta ferengî ya nûciwanan ên qaremanîya cîhanê li şarê Rom ê Îtalîyayê hatin lidarxistin ku guleşkirên îranî mîdaleke zêr, mîdaleke zîv û 2 mîdalên boronz bi dest xistin.

Pêşbirkên 5 kêşên duyem ên van pêşbirkana jî yê îşev bên lidarxistin ku di fînalê da guleşkirekî îranî û di pêşbirka rêzebendîyê da jî 3 guleşkirên îranî amade ne.