Ciwanên halterhilgir ên Îranê di asta Asyayê de bûn duyemîn
Tîrmeh 26, 2022 10:42 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya halterê ya ciwanên Îranê bi bidestxistina 681 pûanên tîmî li ser pileya duyem a parzemîna kevn (Asyayê) sekinîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya halterê ya ciwanên Îranê bû dubendê şampiyonê û Uzbekistanê jî tenê bi yek xala zêdetir (682 pûanên tîmê) bû şampiyoniya vê pêşbirkê.
Tîma halterê ya ciwanan a Qazaxistanê jî bi 624 pûanên tîmê di rêza sêyemîn a Asyayê de cih girt.
Tîma neteweyî ya haltera nûciwanan a Îranê jî bi 12 medalan (4 zêr, 3 zîv û 5 tûnc) û 360.5 pûanan li pêşbirkên qehremaniya Asyayê bi giştî di rêza heftemîn a Asyayê de cih girt.