Hekemê îranî dê pêşbirka fînala Kupa Asyayê hekemtî bike
Tîrmeh 24, 2022 17:00 Asia/Tehran
Hekemê îranî yê Beskitbolê dê pêşbirka fînala kupa Asyayê hekemtî bike.
Kupa beskitbola Asyayê ji roja Sêşçemê (15ê Tîrmehê) heta îro Yekşemî bi mazûvaniya Cakartaya Endonezyayê tê lidarxistin.
Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Dost hekemê navneteweyî yê Beskitbola Îranê, dê hekemtiya pêşbirka fînala Kupa Asyayê navbera Australya û Libnanê bike.
Vî hekemê navneteyî yê beskitbola Îranê di vê dora pêşbirkan da xebateke xwe ya baş hebûye û îro jî dê hekemtiya pêşbirka fînalê bike.