Tîrmeh 23, 2022 17:57 Asia/Tehran
  • Keçên Îranî; bûn qehremana gera tenîsê ya navneteweyî

Keçên Îranê di tûrnûvaya du kesî ya tûra navneteweyiya tenîsê yên bin 18 salî de bûn qehreman.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, li dewama gera navneteweyî ya keçên bin 18 saliyê (asta 5), ​​tenîsvanên îranî îro ji bo bidestxistina şampiyoniya beşa du kesî ketin pêşbaziyê.

Ev pêşbirkên han li hola werzişê ya 22ê Behmen a bajarê Îsfehanê li darketin û di fînala pêşbirka du kesî ya keçan de, tîma Nîlî Etfî – Yasemen Yezdanî ji Îranê bi serkeftina 2-1 li hember nûnerên Rûsyayê bû şampiyon.

Di fînala xortan de jî tenîskarên Tirkiyê bi encama 2-1 ji sînorên tîma Kiyareş Henîfî ji Îranê û Atlamîs ji Tirkiyê derbas bû û wek şampiyonê vê beşê hatin ragihandin.

Turnuvaya ku di 16ê tîrmehê de bi tabloya despêkî dest pê kir dê di 23ê Tîrmehê de bi merasîma kutabûnê bi dawî bibe.

Di tabloya sereke ya vê tûrnûvayê de tenîskarên Îran, Tirkiye, Pakistan û Çînê beşdar in.

Serepeyv