Tîrmeh 21, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Di tûrnûvaya KAFAyê ya Tacîkistanê de tîma neteweyî ya fûtbolê ya jinên Îranê bû duyemîn

Tîma neteweyî ya futbolê ya jinên Îranê piştî têkçûna li hember tîma jinên Uzbekîstanê bû dubenda şampiyoniya tûrnûvaya KAFAyê li Tacîkistanê.

Li gorî rapora IRNA`yê, êvariya duh saet 18:30`an bi dema Têhranê, pêşbirka tîma neteweyî ya fûtbola jinan a Îranê û Uzbekîstanê hat lidarxistin û di dawiyê de Uzbekistan bi encama 1-0 bi ser ket.

Tîma neteweyî ya futbolê ya Uzbekistanê bi serketina li hemberî Îranê şampiyoniya pêşbirkê bi dest xist. Tîma neteweyî ya fûtbolê ya jinên Îranê jî bi tenê bi heft rojan rahênanê çû vê pêşbirkê û pileya duyem bi dest xist.

Beriya vê yekê jî tîma neteweyî ya fûtbola jinên Îranê li hember tîmên Tacîkistan, Qirgizistan û Tirkmenistanê bi ser ketibû.

Serepeyv