Tîrmeh 20, 2022 11:53 Asia/Tehran
  •   Qelemkarê Şanliurfayî hûrgiliyên hunera xwe ji ser medyaya civakî nîşan dike

Qelemkar, sadekar û hosteyê tombakê yê Şanliurfayî Îsmaîl Bulbul hûrgiliyên hunera xwe ya ku di çanda Osmanî û Selçûqiyan da berbelav bû, ji ser medyaya civakî ji bo meraqdaran rave dike.

Îsmaîl Bulbulê 37 salî yê ku di serdema dibistana seretayî da hunera qelemkarê nas kir, 22 sal berê çû Stenbolê da ku xwe pêşda bibe û hunera xwe çêtir îcra bike. Bulbul li Stenbolê dê vê maweyê da di mijara hunera tombak, qelemkar û sadekarê da ji hosteyên cuda perwerde sitand.

Bulbul qedera 5 sal berê vegeriya memleketê xwe Şanliurfayê û hunera xwe domand. Bulbul her wisa biryar da ku agahî û tecrubeyên xwe yên 27 salan bi rêya medyaya civakî parve bike.

Di demeke kin da hejmara şopînerên Bulbul derket 160 hezarî û vîdeoyên wî li seranserî cihanê hatin temaşekirin.

Îsmaîl Bulbul diyar kir ku wî di salên dibistana seretayî da qelemkarî nas kir û di sala 2000î da jî ji bo ku ji hosteyên dersê bistîne, çû Stenbolê.