Hefteya Sînemaya Îranê li Bexdayê yê were lidarxistin
Balyozê Îranê yê li Bexdayê, duh di hevdîtina tev Hesen Nazim, Wezîrê Çand û Geştyariya Iraqê de, li ser berfirehkirina hevkariyên çandî yên di navbera her du welatan da bi wî ra gotûbêj kir.
Mihemedkazim Alêsadiq, Balyozê Îranê li Iraqê, bi pêgîriya li ser peywendiyên dîrokî û çandî yên kûr û hevpar di navbera her du welatan de got: Hefteya Sinemaya Îranê, ser navê Ji Bexda heya Têhranê yê ji 23 heya 26`ê Tîrmeha 2022`an li Navenda Şanoya Netewî ya Iraqê, bê lidarxistin.
Hevkariya çandî ya Iraqê ligel Îranê, tenê di warê sînemayê de nîne û ev hevkariya di warên geştyariya dînî, berhemên kevnare, wêje, danûstandina tecrubeyan di warên curbicur ên çandî û baştirkirina hevkariyên di warê rêstorekirin û xwedîkirina berhem û destnivîsan da jî berdewam e.